Şêniyên Reqayê: Divê dosyayên binpêkirinên Tirkiyê derbasî qada navnetewî bibin

Şêniyên bajarê Reqayê qutkirina ava Hesekê şermezar kirin û bang li hiqûqnasên li Rojhilata Navîn kirin ku dosyaya sûcên şer ên Tirkiyê derbasî qada hiqûqî ya navdewletî bikin.

Şêniyên Reqayê: Divê dosyayên binpêkirinên Tirkiyê derbasî qada navnetewî bibin
29 tebax, 2020   02:36
REQA – EMAR EBDULETÎF

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava kantona Hesekê ya ji stasyona Elokê tê qut kirine. Şêniyên bajarê Reqayê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker dan û gotin: “Dewleta Tirk avê weke çekekî li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bikar tîne.”

Şêniyê bi navê Musena Mihemed got: "Dewleta Tirk avê weke çekekî li dijî gelên herêmê bikar tîne. Dewleta Tirk van sûcan li ber çavê civaka navnetewî pêk tîne. Civaka navdewletî jî bi bêdengiya xwe şewqa kesek dide Tirkan. Bi vî şeweyî dewleta Tirk gelê herêmê ji mafê wî yê bingehîn bêpar dihêle.”

Mihemed destnîşan kir ku berpirsyartiya tevgerkirina vê dozê ji bo qada navnetewî dikeve ser milê hikumeta Sûriyê û wiha got: “Ji ber ku hikumeta Sûriyê di nava civaka navnetewî de nûnertiya Sûriyan dike. Hikumeta Sûriyê hîna li hemberî dozeke çarenûsî ya  Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesteke şermok nîşan dide.”

Ciwana bi navê Rîm Xelîl, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî azarên jin û zarokên bajarê Hesekê şermezar kir û wiha got: "Wêneyên hovane yên ku ji wir tên hovîtiya rejîma Tirk îsbat dike. Dewleta Tirk bi avê gelê Sûriyê dike hedef."

Rîm bal kişand ku helwesta hikumeta Sûriyê ya ku nikare tiştekî bike ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Divê Rêveberiya Xweser çareseriyekê ji bo pirsgirêka bajarê Hesekê bibîne.”

Şêniyên Reqayê bang li hiqûqnasên li Rojhilata Navîn kirin ku dosyaya sûcên şer ên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê derbasî qada hiqûqî ya navdewletî bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KWWfV3P0okg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>