Meclisa Jin a PYD'ê sûcên hikumeta Tirk ên li dijî jinan şeremzar kirin

Meclisa Jin a PYD'ê sûcên rejîma Tirk ên li dijî jinan şeremzar kirin û got: "Berdewama bêdengiya navdewletî ya li hemberî kiryarên AKP'ê dê bibe sedema windabûna gelek girtiyên din."

Meclisa Jin a PYD'ê sûcên hikumeta Tirk ên li dijî jinan şeremzar kirin
28 tebax, 2020   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo parêzer Ebru Tîmtîk a 238 rojan ji bo dozeke adil di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Faşîma dewleta Tirk a bi nûnertiya AKP'ê bûye dewleta herî mezin di cîhanê de ku nûnertiya terorê dike û di aliyê siyaseta wê ya hundirîn û derve piştgiriya terorê dike. Hemû saziyên dewleta Tirk bûne navendên zordestî û desthildariyê. Li hemeberî van siyasetan berxwedaneke hundirîn bi serkêşiya jinan rabû. Li ser vê yekê hikumeta AKP'ê hemleyên girtinê li dijî civakê bi taybet li dijî jinan da destpêkirin. Dewleta Tirk ji bo ku krîza xwe ya hundirîn veşêre dest di dewlên derdorê re mîna Sûriyê, Lîbya, beravên Yewnanistan, Qibirs werda û êrişên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirin."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ku li hemberî siyasetên AKP'ê jin roleke mezin di bilindkirina asta berxwedanê de list û gelek jinan girava birçîbûnê ragihandin, mîna parêz Ebru Tîmîtk ya ku li ser wê êşkence hate meşandin û biryareke zalmane li dijî wê hate girtin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate got: "Ji ber girava wê ya birçîbûnê tenduristiya wê xirab bû, tevî ku gelek raporek li ser rewşa wê hatin rakirin lê bersiv nehat dayîn. Piştî berxwedana 238 rojan a  hemberî zihniyeta baviksalarî û ji bo pêkanîna edaletê berdêla jiyana xwe da û tev li kerwanê şehîdên edalet û azadiyê bû."

Jinên PYD'iyî destnîşan kirin ku dîroka dewleta Tirk a kevin û nû bi sûcên li dijî jinan tijî ye "Dewleta Tirk bi serkêşiya AKP'ê destkarê yekemîn ê DAIŞ'ê ye û xeta wê dişopîne, mînakên  vê komkujiya li gundê Helincê, sûca hovane ya li dijî Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerjoê Hevîn Xelef,  her wiha sûcên li Efrîn û herêmên dagirkirî yên li djiî jinan û binpêkirinên mafên jinan li Tirkiyê."

Meclisa Jin a PYD'ê binpêkirin faşîma dewleta Tirk ên li dijî jinan şeremzar kir û bang li rêxistinên hiqûqî, sivîl û saziyên têkildar kir ku ji bêdengiya xwe derketin û hemberî sûcên hovane helwest nîşan bidin. Her wiha got: "Heke saziyên têkildarî van binpêkirinan nesekinîne dê bandoreke neyinî li ser pêşeroja jinan bike.

Berdewama bêdengiya navnetewî ya li hemberî kiryarên AKP'ê dê bibe sedema windakirina gelek girtiyên û dê dîroka mirovahiyê sûcdaran efû neke."

ANHA