​​​​​​​Macron: Fransa xeta sor li pêşiya Tirkiyê danî

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron têkildarî zêdegaviyên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryaya Spî got, wî "Xeta sor" li pêşiya Tirkiyê danîne.

​​​​​​​Macron: Fransa xeta sor li pêşiya Tirkiyê danî
28 tebax, 2020   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron got:"Dema mijar girêdayî serdestiya herêma rojhilatê Deryaya Spî be divê gotinên min li gorî karê min bin. Dikarim ji we re bêjim ku Tirkiyê vê nizane û ji bilî wisa rêzê ji tiştekî din re nagire."

Macron anî ziman, tişta ku Fransa vê havînî kirî girîng û siyasî,  girêdayî danîne xeta sor bû.

Di mehên dawî de aloziya di navbera Fransa û Tirkiyê de zêde bû. Fransayê destekê dide Yewnansitanê li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yên li rojhilatê Deryaya Spî, her wiha ji destwerdanên Enqere yên li Lîbyayê ne razî ye.

Yekitiya Ewropayê îro ragihand ku ew amade ye cezayan li ser Tirkiyê ferz bike û ceza di lutkeya bê ya yekitiyê ya 24'ê Îlona bê de were nîqaşkirin.