ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-08-2020`AN
28 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê konreya xwe ya duyemîn li hola Tac a bajarê Reqayê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê meşekê ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê û şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mafê vegera li warê xwe, ji penaberên Iraqê yên li kampa Holê hat standin. Penaber ji pêşerojeke ne diyar, ku li bendê ne ditirsin. Xema wan a tekane vegerin warên xwe. Lê hikumeta Iraqê ti gavan ji bo vegera wan neavêtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Reqayê qutkirina ava Hesekê şermezar kirin û bang li hiqûqnasên li Rojhilata Navîn kirin ku dosyaya sûcên şer ên Tirkiyê derbasî qada hiqûqî ya navdewletî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê  Ehmed El- Yusif got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê av li ser Hesekê qut kirine. Ev sûcek li dijî mirovahiyê ye. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku demildest helwestek cidî nîşan bidin, ji bo kiryarên dewleta Tirk rawestînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên Kongreya Star ên navçeya Şedadê hişyarî dan û gotin: “Divê jin û ciwan ji şerê taybet  ê ku dewletên sermayedar ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin, didin meşandan hişyar bin. Divê li hemberî vî şerî hevgirtina xwe çêbikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevî şert û mercên zehmet ên koçberiyê de, jiinên kampa koçberên Girê Spî dest bi çêkirina mûna zivistanî kirin, zebzeyan ziwa dikin û pêwîstiyên wê dikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Jinên ciwan ên herêma Efrînê daxuyaniyekê derbarê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan de didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li bajarê Kobanê kevokan pîşeyeke navdar e, hejmara pîşevanan zêde dibin. Xwediyên pîşeyê balder in ku zirarê nedin civakê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA