Li başûrê Cisir Şixûr nêzî nuqteyek Tirkiyê teqînek bihêz çêbû

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li ser rêya M4 ya başûrê Cisir Şixû, li nêzî nuqteyeke dagirkeriya Tirk teqîneke bihêz çêbû.

Li başûrê Cisir Şixûr nêzî nuqteyek Tirkiyê teqînek bihêz çêbû
28 tebax, 2020   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe spartine çavkaniyan ragihand, erebeyeke bombebarkirî li derdora gundê Selet Zihûr teqiya ku nuqteyeke dagirkeriya Tirk nêzî wê û hemwextî teqînê, balafirên keşfê li ser herêmê geriya.

Li gorî çavkaniyên SOHR, tê îdiakirin ku balafirên keşfê erebe kir hedef. Derbarê ziyanên teqînê de heta niha agahî nehatin bidestxistin.

SOHR, tevgera mezin a dagirkeriya Tirk li nêzî gundê Firîkê û gelek girên li başûrê Cisir Şixûr a nêzî rêya Heleb-Laziqiyê şopand.