Penaberên Iraqê dixwazin vegerin warê xwe, hikumet bêdeng e

Mafê vegera li warê xwe, ji penaberên Iraqê yên li kampa Holê hat standin. Penaber ji pêşerojeke ne diyar, ku li bendê ne ditirsin. Xema wan a tekane vegerin warên xwe. Lê hikumeta Iraqê ti gavan ji bo vegera wan neavêtiye.

Penaberên Iraqê dixwazin vegerin warê xwe, hikumet bêdeng e
29 tebax, 2020   00:10
HESEKÊ- HOGIR NECAR – COZA ÎBRAHÎM

Kampa Holê, di 9'ê Adara 2016'an de ji aliyê Buroya Kar û Barên Penaberan a Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê ve hate avakirin.

Kampa Holê piştî pêla mezin a koçberiyê ji bajarê Musil ê Iraqê ya ji ber êrişên DAIŞ'ê û girtina desthialta herêma Kurdistanê deriyê xwe li pêşberî penaberên hate vekirin.

Piştî ku hêzên Iraqê û hêzên kurdî pêngava rizgarkirnia bajarê ji çeteyên DAIŞ'ê ragihand û ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li djiî sivîlan, pêla hejmara penaberan zêde bû. Penaberên Iraqê, herêmên Rêveberiya Xweser ên herî ewle û aram dîtin, lewra xwe spartinê.

Kampa Holê 45 kilometreyan dikeve rojhilatê bajarê Hesekê, 1 kilometrî dikeve başûrê bajarokê Holê. Di kampê de zêdeyî 68 hezar kes ji koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê, malbatên çeteyên DAIŞ'ê hene.

Niha 31 hezar penaberên Iraqê li kampê hene ku di sala 2014'an de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dane herêmên Rêveberiya Xweser. Banga wan penaberan  ew e ku vegerin warê xwe. Nemaze piştî ku hikumeta Iraqê di 9'ê Kanûna 2017'an serkeftina li dijî DAIŞ'ê û vegerandina tevahî xaka Iraqê ragihand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna daxwazên penaberan her tim di nava tevgerê de ye, serdana dîplomatên Iraqê dike û bi aliyên têkildarî ên Wezareta Mafên Mirovan û Kar û Barên Penaberên Iraqê re di nava têkiliyan de ye. Her wiha gelek rêwîtî ji bo vegera wan organize kir. Di vê çarçoveyê de zêdeyî 4 hezar penaber ên ji Musil û derdora wê vegerandin warên wan.

Piştre, hikumeta Iraqê bêyê ku sedeman diyar bike vegera penaberan rawestand.

Rojane penaberên Iraqê serî li rêveberiya kampê didin û daxwaz dikin ku bi hikumeta Iraqê re têkilî çêke da ku wan vegerînin.

Piştî ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê derbasî  kampê bûn, metirsiyên penaberên Iraqê zêde bûn. Hin malbatên çeteyan ji Iraqê ne, ji ber vê penaber bi fikar in ku ev yek bandore li çarenûsa wan bike.

Rêveberiya Kampa Holê hîna jî nameyên fermî ji hikumeta Iraqê re dişîne da ku penaberan vegerînin Iraqê, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.

ANHA