Malbatên şehîdan berxwedana Heftenînê silav kir

Bi pêşengtiya ciwan û malbatên şehîdan bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê piştgirî dan berxwedana Heftenînê.

Malbatên şehîdan berxwedana Heftenînê silav kir
Malbatên şehîdan berxwedana Heftenînê silav kir
Malbatên şehîdan berxwedana Heftenînê silav kir
Malbatên şehîdan berxwedana Heftenînê silav kir
Malbatên şehîdan berxwedana Heftenînê silav kir
Malbatên şehîdan berxwedana Heftenînê silav kir
28 tebax, 2020   18:25
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê yên daketin qadan, êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk ên ser herêma Heftanînê û tevahî Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kirin.

Meş ji qada navçeya Ehrisê ya Şehbayê ber bi Goristana Şehîdan a navçeyê ve dest pê kir.

Di meşê de pankartên "Bijî berxwedana Heftenînê", "Ji dagirkeriya Tirk re na", "Bi berxwendana gelê şoreşger û gerîla em ê dagirkeriyê têk bibin" hatin vekirin û wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.

Li ber goristana Şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û axaftin hatin kirin.

Endama rêveber a Meclisa Navçeya Ehrisê ya Kantona Şehbayê Yildiz Mûsa êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Kurdistanê şermezar kir û berxwedana gerîla ya li Heftenînê silav kir. Yildiz got: "Berxwedana gelê me û hêzên gerîla dê planên dewleta Tirk a dagirker têk bibe."

 Bi navê zarokên şehîdan ên Efrînê daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bûyerên ku îro li herêmên Kurdistanê, bi taybet li Heftenînê rû didin, armanc jê çewisandina nasnameya kurdî ye û dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Zarokên şehîdan sûc û êrişên li ser Rojava û Heftenînê şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derketin û hesab ji sûcdaran re bixwazin.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g5xYJaaki-0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>