Yewnanistan li benda ragihandina Ewropayê ya ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk e

Asta rageşiya di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de li rojhilatê Deryayê Spî her ku diçe zêdetir dibe. Nexasim li gel israra dewleta Tirk ku lêgerîna petrolê bidomîne, ruxmî ku gelek dewletên cîran li dijî vê yekê ne. Yewnanistan jî li benda ragihandina cezayan li dijî dewleta Tirk e.

Yewnanistan li benda ragihandina Ewropayê ya ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk e
28 tebax, 2020   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias îro got ew li bendê ye ku heger komserê Ewropayê yê kar û barên derve Josef Borrel vebijêrkên cezayên Ewropayê li dijî dewleta Tirk ragihîne yan na.

Dendias beriya ku tev li civînên wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê yên ku li Berlînê di dirêjahiya du rojan de li dar dikevin bibe, got: "Em pişta xwe didin giyanê hevgirtina ewropî ku ferzkirina van cezayan were qebûlkirin. Ev biryar pêwîst e ji bo ku asta rageşiyê li rojhilatê Deryaya Spî sivik bibe."

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê îro li Berlînê civînên xwe didomînin, ji bo ku çareseriyekê ji rageşiya li rojhilatê Deryayê Spî re peyda bikin.

Li gorî pêşbîniyan û çavkaniyên agahdar, dibe ku rêzeceza li dewleta Tirk were ferzkirin an jî dosya bi temamî di lûtkeya Ewropayê de ya ku tê payîn di dawiya Îlonê de li dar keve, were nîqaşkirin.

Asta nakokiyê li rojhilatê Deryayê Spî li gel metirsiyên veguherandina rewş ber bi şerekî ve, didome. Nesaxim ku dewleta Tirk bi israre ku lêgerîna petrolê li herêmê berdewam bike ruxmî ku gelek dewletên ciran di nav de Qibris li dijî vê yekê ne.

Piştî ku navbeynkariya Spanyayê bi ser neket, xuyaye ku navbeynkariya Almayayê jî dê binkeve. Bi taybet li gel serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan zimanê gefxwarinê bi kar tîne û dibêje Enqere dê lêgerînê bidomîne.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel got: "Rewş li rojhilatê Deryayê Spî metirsdar e. Her wiha wê girêdayî mijarê bi sekreterê giştî yê NATO`yê re axiviye ku em ji rewşê bi fikar in. Em dixwazin vê rageşiyê bi dawî bikin.”

(şx)