Beriya destpêkirina perwerdeyê hemleya dezenfektekirina dibistanan

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ji bo pêşwazîkirina sala xwendinê ya nû bi hevkariya şaredariyên gel dest bi hemelya şûştin û dezenfektekirina dibistanan kir.

Beriya destpêkirina perwerdeyê hemleya dezenfektekirina dibistanan
28 tebax, 2020   11:06
QAMIŞLO

Dibistanên herêma Cizîrê wê roja yekşemê xwendekaran pêşwazî bikin. Ji bo wê di gavekê de ji bo rêgirtina li pêşiya vîrusa koronayê, şarederiyên gel bi hevkariya Rêveberiya Dibistanan dest bi hemleya şûştin û dezenfektekirina dibistan û saziyên perwerdeyê kir.

Tîmên vê xebatê tevahiya madeyên pêwîst ji şaredariyên gel girtin û tê payîn ku ev hemle heta destpêka meha Îlonê bidome.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê tê payîn hejmara xwendekaran di her fêrgehekê de were kêmkirin, bi şêwazekê ku hejmara xwendekaran di her fêrgehekê de 10 xwendekar derbas neke.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1`ê Îlonê wek destpêka dewama sala xwendinê ya nû 2020/2021`an diyar kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Bm1kPXLG1VI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>