Şêwirmendê giştî yê Îxwan El-Mislimîn hate girtin

Dezgehên çapemeniyê yên Misirê ragihand ku hêzên ewlehiyê endamê fermandariya komên Îxwan El-Mislimîn ê berpirsê rêxistina navneteweyî ya komê û şêwirmendê giştî Mehmûd Izet girt.

Şêwirmendê giştî yê Îxwan El-Mislimîn hate girtin
28 tebax, 2020   09:48
NAVENA NÛÇEYAN

Piştî hêzên ewlehiyê nas kir ku Mehmûd Izet avahiyeke li herêma Kombûna Pêncan a li Qahîreyê kiriye cihê veşartina xwe, yekser ew girt.

Wezareta Karên Hundirîn di daxuyaniyê de ev yek diyar kir: "Li avahiya Kombûna Pêncan endamê fermandariya Îxwanan Mehmûd Izet hate girtin, telefona berîkê û bernameyên deşîfrekirinê û alaveke hesabê hatin desteserkirin, dûre tedbîrên qanûnî hatin girtin."

MEHMÛD IZET KÎ YE?

Mehmûd Izet endamê fermandariyê, berpirsê yekem ê damezirandina baskê çekdar ê rêxistina Îxwanan, çavdêrê rêvebirina operasyonên terorîstane û xerabker ên ku rêxistinê piştî Şoreşa 30’yê Hezîranê pêk anîne.

Girîngtirîn operasyonên ku pêk anîne ev in: 2015`an cîgirê giştî yê berê Haşim Berekat hate binçavkirin, Emîd Wail Tahûn ji pêşiya mala wî ya li herêma Eyn Şemis hate revandin, 2016`an emîdê Erkana Herbê Adil Recaî li bajarê Ibûr hate revandin, 2016`an şêwirmend û cîgirê giştî yê berê Zekeriya Abdulezîz hate revandin û Tebaxa 2016`an li pêşiya Peymangeha Oram erebeyeke bombebarkirî hate teqandin.

(eh)