Li Lîbyayê xwepêşandanên li dijî hikumeta El-Sîrac didomin

Ji yekşema borî de xwepêşandanên li dijî hikumeta Wîfaqê li paytexta Lîbyayê Terablusê didomin, duh xwepêşandêran li dijî qedexeya derketina derve ya hikumeta Wîfaqê bi hinceta Koronavîrusê ragihandiye, xwepêşandan li dar xist.

Li Lîbyayê xwepêşandanên li dijî hikumeta El-Sîrac didomin
28 tebax, 2020   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandêran li hember qedexeya derketina derve ya bi hinceta Koronavîrusê ya ku hikumeta Fayiz El-Sîrac ferz kiriye, derketin xwepêşandanan. Xwepêşandan ji bo azarên rewşa debarê, berbelavbûna gendeliyê, qutkirina kehrebe û avê û sekna li pêş stasyonên somtemeniyê, li dar ketin.

Çekdarên hikumeta Wîfaqê gule li xwepêşandêran reşandin û hejmarek ji xwepêşandêran ku hewl didan bigihêjin Qada Şehîdan, girtin.

Tevgera xwepêşandanan di daxuyaniyekê de belavkirina komên çekdar li kolanên paytexta Lîbyayê û suîqestkirin û biserdegirtina malan şermezar kirin.  Tevgerê di daxuyaniyê de daxwaz kir ku girtiyên ku hejmara wan gihîşt 600 kesî serbest berdin û bêdengiya şandeya navneteweyî li Lîbyayê li ser binpêkirinên li Terablusê şermezar kir.

Ev zêdebûna asta şer derketiya holê, ji ber nakokiya di navbera serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Sîrac û wezîrê wî yê derve Fethî Başaxa de ku soz dabû ku eger li dijî xwepêşandêran derkevin, hêzê li hember komên çekdar ên girêdayî El-Sîrac bi kar bînin.

 (sm)