Rojnamegerê bi destê asayîşa PDK’ê hate girtin dest bi greva birçîbûnê kir

Rewşa rojnameger Ehmed Zaxoyî ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye destgîrkirin, xirab e. Tê gotin ku rojnameger Ehmed Zaxoyî dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Rojnamegerê bi destê asayîşa PDK’ê hate girtin dest bi greva birçîbûnê kir
28 tebax, 2020   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 19’ê Tebaxê de dema ku rojnameger Ehmed Zaxoyî xwepêşandana li Zaxoyê dişopand, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin. Heya niha jî çarenûsa Ehmed Zaxoyê nayê zanîn.

Li gorî agahiyan rojnameger Ehmed Zaxoyî ev 2 roj e dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Hêjayî gotinê ye rewşa rojnameger Faruq Umer ê ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû girtin, ne baş e. Duh birayê Faruq Umer axivî û da zanîn ku mêjiyê birayê wî ziyan ditiye û gotibû: “Em pirsek ji birayê xwe dikin, ew bersiveke din dide me.”