Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo ku xizmên xwe bibînin, careke din serî li dozgeriyê da.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
28 tebax, 2020   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçin Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li rayedaran da.