Li Serêkaniyê teqîn

Li sûka bajarê Serêkaniyê ya dagirkerî  teqînek pêk hat. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Li Serêkaniyê teqîn
27 tebax, 2020   14:39
NAVENDa NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji hundirê bajarê hatine girtin, li Qada Berid a navenda bajarê Serêkaniyê motorsiklêtek bombebarkirî teqiya.

Hate ragihandin ku di teqînê de bi kêmanî du kes hatin kuştin û zêdeyî 10 kesan jî birîndar bûne. Rewşa hin birîndaran xeter e.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3O2vgos3NIY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>