Armanca serdana Pompeo ji Rojhilata Navîn re, avakirina eniyekê li dijî Îranê ye

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji gera xwe di Rojhilata Navîn de ya ku 5 roj didome, hêvî dike ku dewletên Ereb ên din mîna Îmaratê têkiliyên xwe bi Îsraîlê re xurt bikin da ku eniyek Erebî-Îsraîlî li hemberî Îranê ava bike.

Armanca serdana Pompeo ji Rojhilata Navîn re, avakirina eniyekê li dijî Îranê ye
27 tebax, 2020   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo di gera xwe ya li Rojhiata Navîn de destpêkê serdana Îsraîlê kir û di kongreyek çapemenî hevbeş de bi serokwezîrê Îsraîlê re Benjamin Netanyahu li Qudsê rave kir ku ew hêvî dike ku dewletên Ereb ên din mîna Îmaratê gav bavêjin.

Îsraîl û Îmarat di 13`ê Tebaxê de bi navbeynkariya Amerîkayê pêkhatina lihevkirina pêşxistina têkiliyan di navbera her du welatan ragihandin.

Pompeo îşaret bi derfeta ku li benda şirîkên pêşerojê kir û got: "Da ku bi hev re kar bikin û îtîraf bi dewleta Îsraîlê bikin. Îranê wê tu carî çekê nuklerî bi dest nexe. Divê civaka navdewletî qedexeya çekan a ku li Îranê hatiye ferzkirin, bidomîne."

Piştî Îsraîlê, Pompeo berê xwe Xartûmê ku paytexta Sûdanê da ku têkiliyên Îsraîl-Sûdanê û "pêvajoya demkî" li welat nîqaş bike.

Di demekê ku Pompeo zext li dewletên Ereb dikir da ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re deynin, Pompeo mijara derxistina Sûdanê ji lîsteya dewletên ku sponseriya terorê dikin, nîqaş kir.

Serokwezîrê Sûdanê Ebdulaah Hemdok li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku wî, danûstan raste rast û zelal bi Pompeo re pêk anî û rewşa welat nîqaş kir.

 DYA`yê sala 2017`an piraniya cezayên li ser Sûdanê rakirin. Lê Xartûm û sê dewletên din Koryaya Bakur, Îran û Sûriyê di lîsteya reş a terorê de hiştin.

Hemdok û hikumeta wî ya demkî ya ku piştî derxistina dîktatorê Sûdanê Umer El-Beşîr sala borî ji erka xwe, hatiya avakirin, gelek caran bang li Washingtonê kir ku Sûdanê ji wê lîsteya terorê derxe. Ji ber ku ev yek rê nade ku Xartûm ji deynkarên navdewletî deyn bigire.

Sala 1993`yan ji ber ku komên terorîst ên navdewletî hemêz kir û bû nuqteya derbasbûna komên tundrew, Sûdan kete nav lîsteya terorê. Serokê El-Qaîde yê wê demê Osama Bin Ladin li Sûdanê heta 5 salan jiya beriya ku sala 1996`an jê were derxistin û piştre berê xwe da Afganistanê.

Li gorî ku hatiye bibîrxistin, Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Sûdanê xwestiye ku li bermaberî derxistina wê ji lîsteya terorê, 335 milyon dolar weke tawîz ji qurbaniyan re pêşkêş bike.

Di sibatê de Sûdan bi 17 malbatên keştîvanên Amerîkayê re yên ku di topbarana li dijî keştiya şer a hêzên deryayî ya Amerîkayê USSCOLE li bendera Yememê sala 2000`î hatine kuştin, li hev kirin. 

Wezareta derve roja sêşemê di daxuyaniyeke xwe de got: ''Derxistina Sûdanê ji lîsteya terorê, dê mijarek girîng ji her du welatan re bimîne.''

Rayedaran destnîşan kir ku Sûdan, Eman û Behryen dibe ku piştî Îmaratê têkiliyên fermî bi Îsraîlê re deynin. Lê Hemdok agahî da Pompeo ku hikumeta wî di vê demê de nikare gavek wiha bavêje. Her wiha Hemdok ji DYA`yê xwest ku danîna têkiliyan bi Îsraîlê re bi derxistina Sûdanê ji lîsteya terorê ve girê nede.

BI BEŞDARBÛNA DOPLOMATÊN ÎSRAÎLÊ Û ŞANDEYA DYA'YÊ RÊWITIYA BAZIRGANIYÊ YA YEKEM

Serokê DYA'yê Donald Trump dê hefteya bê şandeyekê bişîne Îsraîkê da ku bi rayedarên payebilind ên Îsraîlê re dan û standinan pê bîne. Ev gav wekî rêwîtiya yekemîn a bazirganiyê ya raste rast di navbera Til Ebîb û Ebû Zebî de ye.

Derbarê vê yekê de Koşa Spî ragihand ku şêwirmendên Trumû û zavayî wê Jared Kushner dê serkêşiya şanedyê bikin a ku dê bi rayedarên herdu hikumetan (Îsraîl û Îmaratê ) re bicivin.

Tora CNN ya Amerîkayê li ser zimanê berpirsên di Koşka Spî de got: "Kushner dê serkêşiya şandeya Amerîkayê bike ya di hefteya bê de biçe Rojhilata Navîn û beşdarî rêwîtiya yekmeîn a bazirganiyê ya di navbera Îsraîlê û Îmaratê de bibe."

Tevî Kushner, şande dê ji şêwirmendên ewlehiya netewî Robert O'Brien, nûnerê taybet ê Îranê yê erka wî bi dawî bûye Brranê Brian Hook û nûnerê taybet ji bo danûstandinên navneteweyî Avi Berkowitz pêk tê.

Li gorî berpirsan, şande dê pêşîn li Îsraîlê civînan li dar bixe, piştre dê bi pirspêkên hikumeta Îsraîlê yên di warê balafir û feza de, her wiha tendurstî û bank re bi aliyên Îmaratê re hevdîtinan pêk bînin.

Wezîrê derve yê DYA'yê Mike Pempeo di çarçoveya gera xwe ya li Rojhilata Navîn de roja sêşemê gihaşt Behreynê.

Wezîrê îstîxbarata Îsraîlê navê Behreyn bi bîr xistibû ku dibe mîna gavên Îmaratê bavêje. Îsraîl û Îmaratê gotinbû ku ew hêvî dikin ku dewletên din ên Erebî mîna van gavan bavêjin.

Piştî Behreyne, Pempeo duh serdaneke kurt ji bo Îmaratê re pêk anî û bi hevpîşeyê xwe yê Îmaratê re aloziya Lîbyaya û bersivdayîna hêzên Îranê bide.

Îmarat, Rûsya û Misirê destekê didin artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter li djiî hikumeta Fayiz El-Serac a ku Tirkiyê û Qeter destkê didê.

Li gorî Retures, DYA, Îmarat û Îsraîlê, Îranê wekî tehdîda sereke li Rojhilata Navîn dibe. Tevî ku Îmaratê got wê têkiliyên doplomatîk bi Îsraîlê re ne li dijî Îranê ava kiriye, lê Washington dixwaze eniyeke yekbûyî ku dewleta Kendava Erebî li dijî Îranê ava bike.

Li aliyekî din rayedarên payebilind ên Wezareta Derve ya Amerîkayê roja çarşemê gotibûn danûstandinên Îmarat û Îsraîlê berdewam in û paşketin çênebûne

Ajansa Nûçeyan a Îmaratê, li ser zimanê berdevka wezareta derve ya DYA'ê Morgan Ortagus ragihand, danûstandinên di navbera DYA û Îsraîlê de yên derbarê firotina balafirên F35 ji kendavê "Gelekî êrênî" ne.