El-Mismarî: Li başurê Lîbyayê tevgerên DAIŞ’ê

Berdevkê Artêşa Niştîmanî  ya Lîbyayê, general Ahmed El-Mismari, got ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê gelek tevgerên DAIŞ’ê, şopandin.

El-Mismarî: Li başurê Lîbyayê tevgerên DAIŞ’ê
27 tebax, 2020   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Artêşa Niştîmanî  ya Lîbyayê, general Ahmed El-Mismari, got ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê gelek tevgerên DAIŞ’ê, şopandin. El-Mesmari piştrast ki0r ku DAIŞ li başûrê welêt heye, nemaze li devera "Um El-Eranêb", û  ew li dora wê deverê digerin. Ji ber ku DAIŞ’ê roja Sêşemê bi piştgiriya komên çete yên girêdayî “El-Teşedîyîn” tevgerên mezin çêkiribû. Her wiha  Hikumeta Rêkeftina Neteweyî tawanbar kir ku koma çeteyan girêdayî wan e.

El-Mismari di hevpeyvîneke bi “Sputnik” re got ku hejmarek çeteyên DAIŞ’ê li Trablusê hene, yên piştî şerên li Bengazî qewimîn  revîbûn.

Berdevk destnîşan kir ku "Tevgera van koman di dema ku artêş ket nav şerê berfireh û ber bi Trablusê ve diçû, wê demê şerê çeteyan ji hêla Tirkiyê ve dihat birêvebirin. Da ku dorpêçê an  hêzên çekdar bişkîne an jî hêzên çekdar mijûl bike  ji bo ku çeteyan têxe tevgerê.”