Şêniyên Eyn Îsayê: Qetilkirina Qasim Xelîl berpirsyariya Rûsyayê ye

Şêniyên navçeya Eyn Îsa berpirsyariya qetilkirina welatiyê sivîl Qasim Xelîl girt ser dewleta garantor Rûsyayê û da zanîn ku tevî Rûsyayê parastina rêya M4 girtiye ser xwe, lê dîsa jî sivîl dibine armanc û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin.

Şêniyên Eyn Îsayê: Qetilkirina Qasim Xelîl berpirsyariya Rûsyayê ye
27 tebax, 2020   12:48
EYN ÎSA

Duh nuqteyeke dewleta Tirk a dagirker rêya  M4 kir armanc û welatiyê bi navê Qasim Xelîl ê ji navçeya Eyn Îsayê, jiyana xwe ji dest da. Malbata Qasim ji ber ku kesên nêzîkî rê bibin, tên gulebarankirin, dawiya şevê cenaze anî.

Abdullah Ehmed ê ji şêniyên Eyn Îsayê kiryarên hovane yên artêşa Tirk û çeteyên wê şermezar kirin.

Ehmed berpirsyariya qetilkirina welatiyê bi navê Qasim Xelîl li ser rêya M4`ê girt ser Rûsyayê, ji ber garantoriya derbasbûna welatiyan girtiye ser xwe.

Rêya navneteweyî ya M4 li hemberî herêmên dagirkirî (Serêkaniyê û Girê Spî) 7 mehan hate girtin, lê piştî 25`ê Gulana îsal Rûsyayê berpirsyariya welatiyan girt ser xwe, rê ji bo derbasbûna erebeyên sivîl hate vekirin.

Abdullah Ehmed nêrîna xwe der barê bêdengiya dewletên navneteweyî ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê re anî ziman û ev pirs kir: "Gelo civaka navneteweyî ji êrişên li dijî me razî ye?"

Welatiyê bi navê Izet El-Herêmê yê ji şêniyên bajarokê Hêşê ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê axivî û got qetilkirina Qasim Xelîl rasterast berpirsyariya Rûsyayê ye, ji ber ku li herêmê dewriyeyan bi rê ve dibe.

Ji destpêka ku Rûsyayê garantiya vê rêyê daye, dewleta Tirk ajokaran dike armanc û di vê mehê û meha derbasbûyî de 3 sivîl birîndar bûn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fQDcAiGpzi8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>