Efrîniyên li Şehbayê soza dewamkirina berxwedanê li hemberî dagirkeran da

Koçberên Efrînê bi daxuyaniyekê soza şopandina berxwedan û têkoşînê li hemberî artêşa Tirk a dagirker da û piştrast kir ku berxwedan mîsogeriya vegera Efrînê ye. Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî erdnîgariya Kurdistanê şermezar kirin.

Efrîniyên li Şehbayê soza dewamkirina berxwedanê li hemberî dagirkeran da
27 tebax, 2020   12:24
ŞEHBA

Bi dehan koçberên ji Efrînê yên ku li navçeya Til Rifetê dimînin li ber Çerxerêya Komkujiya Til Rifatê li kantona Şehbayê kom bûn. Şêniyan pankartên bi nivîsên “Na ji hovîtiya dewleta Tirk re”, “Bijî berxwedana Heftanînê” û “Na ji bêdengiya navdewletî re” hildan.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji hêla Zêneb Silêman û Jînav Seydo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca sereke ya êrişên hovane yên dewleta Tirk bi serkêşiya hikumeta AKP`ê li dijî Bakurê Kurdistanê û azadîxwazan şikandina vîn û baweriya gel bi projeya neteweya demokratîk û derxistina aloziyeke hundirîn a tengav li herêmê ye.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li ber çavên cîhanê Rojavayê Kurdistanê dagir kir û sûcên xwe li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji kuştin, revandin, destavêtin, wêrankirin û şewitandinê didomîne. Bi vê yekê dixwaze destkeftiyên Rêveberiya Xweser û biratiya gelan têk bibe.

Di berdewama daxuyaniyê de hate ravekirin ku dewleta Tirk ji êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Heftanînê dixwaze gelê Başûr bi mirinê re rû bi rû bihêle.

Efrîniyan êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û piştgiriya xwe ji berxwedana Başûrê Kurdistanê û berxwedana Heftanînê re rave kir.

Efrîniyan di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina berxwedanê û mezinkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadî û serkeftinê da.

Xwendina daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Heftanînê bi dawî bû.

(şx)

ANHA