Gaziyên şer: Kiryarên li dijî Rêbertî ji bo mirovahiyê şermek e

Saziya Gaziyên Şer a Efrînê bi daxuyaniyekê banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku kiryarên li dijî Ocalan pêk tên ji bo mirovahiyê şermek e.

Gaziyên şer: Kiryarên li dijî Rêbertî ji bo mirovahiyê şermek e
27 tebax, 2020   12:17
ŞEHBA

Desthilata dewleta Tirk li girtîgeha Îmraliyê tecrîd li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, nahêle parêzer û malbat sardana wî bikin.

Têkildarî mijarê Saziya Gaziyên Şer îro bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Bi dehan endamên saziyan li qada Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn û Mihemed Elo daxuyanî bi zimanê erebî û bi zimanê kurdî jî Şervan Mihemed xwend.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin: “Kiryarên li dijî Rêbertî hatin meşandin ji bo mirovahiyê şermek e. Em wek Saziya Gaziyên Şer bang li rêxistinên mirovî, cîhanî, meclisên ewlehiyê, dadgehên navneteweyî û xwedî wijdan dikin û careke din bang li dadgeha navneteweyî û rêxistina mafên mirovan dikin ku rewşa Rêbertî di ber çavan re derbas bikin, da ku bikare hin mafên xwe di girtîgehê de bi kar bîne.

Em soz dibin Rêbertî û gelên xwe ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û li gorî perpespektîfên Rêbertî tev bigerin."

(eh)

ANHA