​​​​​​​Parly û Salih teqezî li ser rêgirtina li pêşiya mudaxeleyan kir

Wezîra parastinê ya Fransayê Florence Parly û serokkomarê Iraqê Berhem Salih civiyan. Di civînê de behsa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê hate kirin. Her du aliyan jî diyar kir ku divê mudaxeleya dewleta Tirk a li Herêma Kurdistanê raweste.

​​​​​​​Parly û Salih teqezî li ser rêgirtina li pêşiya mudaxeleyan kir
27 tebax, 2020   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li koşka Bexdayê pêşwaziya wezîra parastinê ya Fransayê Florence Parly kir. Li gorî daxuyaniya serokkomariya Iraqê, di civînê de behsa pêwîstiya piştevaniya hewldanên navneteweyî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê, peywendiyên her du welatan û dagirkeriya deweleta Tirk hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku serokkomarê Iraqê Berhem Salih bal kişandiye ser pêwîstiya piştevaniya hewldanên Iraqê yên ji bo parastina serwerî, asayîş, rêgirtina li pêşiya mudaxelekirina kar û barên navxweyî yên Iraqê. Her wiha di daxuyaniyê behsa mudaxeleya dewleta Tirk jî hate kirin û ev tişt hate gotin: “Girîng e ku binpêkirinên leşkerî yên dewleta Tirk li ser xaka Iraqê rawestin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wezîra parastinê ya Fransayê jî piştevaniya welatê xwe ya ji bo aramî û parastina serweriya Iraqê dubare kiriye.