Pompeo di gera xwe ya li Rojhilata Navîn de li Umanê ye

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo, di gera xwe ya li Rojhilata Navîn de îro gihaşt Umanê.

Pompeo di gera xwe ya li Rojhilata Navîn de li Umanê ye
27 tebax, 2020   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo çawa gihîşt paytexta Umanê, li ser hesabê xwe yê Twitterê ev agahî belav kir: "Ez gihaştim Umanê û ez ê bi sultan Heysem bîn Tariq re hevdîtinê pêk bînim."

Gera Pompeo ya li Rojhilata Navîn li welatên Îsraîl, Sûdan, Behreyn û Îmaratê pêk hat.

Mike Pompeo di nav gera xwe ya li Rojhilata Navîn de ku roja duşemê dest pê kiriye, duh serdana Îmaratê kir û destnîşan kir ku ew lihevkirina di navbera  Îmarat û Îsraîlê ku di 13'ê Tebaxê de pêk hatibû, girîng dibînin."