Zanîngeha Kobanê dest bi tomarkirina mufadeleya sala nû kir

Zanîngeha Kobanê ragihand ku tomarkirina sala xwendinê ya nû dest pê kir û zanîngehê guhartin di mufadeleya xwendinê ya îsal de çêkiriye.

Zanîngeha Kobanê dest bi tomarkirina mufadeleya sala nû kir
27 tebax, 2020   10:44
KOBANÊ

Piştî sala xwendinê ya 2019-2020`an bi dawî bû û zehmetiyên rêveberiya zanîngehê û xwendekaran, mufadeleya sala nû ya 2020-2021`an hate ragihandin. Ji îro heta 15`ê Îlonê xwendekar dikarin navên xwe tomar bikin.

Zanîngeha Kobanê guhartin di mufadeleya xwendinê ya îsal de çêkiriye, ew jî xwendekarên nû dikarin li ser bingeha Peymangeha Zanistê sal û nîv anku 5 werzan dirêj dike û werza yekemîn dê wekî amadekariya ji branşan re be.

Berî niha xwendina li zanîngehê li ser esasê 4 salan bû, lê ji ber hejmara mamosteyan kêm e û mamosteyên pispor ên beşên zanistî jî tune bûn, biryara pêkanîna vê biryarê derket.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwendekarên navên xwe di beşên zanistî de tomar kirine û berî niha guhartin tê de çêbûye, dê xwendina xwe wekî berê berdewam bikin û guhartina nû ji wan re ne derbasdar e.

(eh)

ANHA