Almanya: Divê Yewnanistan û Tirkiye keştiyên xwe ji Deryaya Spî bikişînin

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas tekez kir ku divê Yewnanistan û dewleta Tirk keştiyên xwe ji rojhilatê Deryaya Spî bikişînin.

Almanya: Divê Yewnanistan û Tirkiye keştiyên xwe ji Deryaya Spî bikişînin
27 tebax, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Almanyayê got: "Divê ji aliyê her du dewletan ve amadekarî hebin ku bi hev re diyalogê bikin. Em hêvî dikin ku di dawiya vê mehê de rewş aram bibe."  

Maas wiha lê zêde kir: "Ger keştiyên ku li rojhilatê Deryaya Spî ne, ji her du aliyan ve hatin kişandin, deriyê guftûgoyan di navbera wan de wê vekirî bimîne û eger di guftûgoyan de tu provokasyon pêk nehatin, ev dê bibe tekane rêya çareseriyê."