Jinên Şehbayê sûcên li dijî jinan şermezar kirin

Jinên kantona Şehbaya sûcên li dijî jinên li herêmên dagirkirî şermezar kirin û diyar kirin ku di qonaxa heyî de, qanûn tune ye û hesab ji sûcdaran nayê xwestin.

Jinên Şehbayê sûcên li dijî jinan şermezar kirin
27 tebax, 2020   10:11
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim li herêmên dagirkirî dewleta Tirk a faşîst bi hemû cureyan êrişî jinan dike û hewl dide vîn û israra jinan bişikîne.

Têkildarî sûcên dagirkeran gelek jin û endamên rêveber ên li Şehbayê ji ANHA`yê re axivîn. Endama Rêveberiya Yekitiya Jinan a Şehbayê Sebah Nasir axivî û got: "Wekî ku em dibînin artêşa Tirk a dagirker jinan û jinên ciwan dike armanc, direvîne, zexta li wan dike û dixwaze moralê wan bişikîne."

Sebah Nasir bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Her wiha jina bi navê Emel Îsmaîl jî axivî û da zanîn ku li herêmên di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker de, jin li hemberî çavên cîhanê rastî lêdan, revandin, koçberkirin û qetilkirinê tên. Êdî mirov dikare bibêje ku armanca tekane ya dijminan ew e ku rûmet û azadiya jinan tune bike.

Emel Îsmaîl bi bîr xist ku ew gihaştine qonaxekê ku ne qanûna navdewletî û ne jî muhesebekirin tune ye.

Emel ev pirs kir: "Heta kengî em ê di vê rewşê de bin?" Emel Îsmaîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji beriya deh salan ve ev sûc li dijî jinan tê meşandin. Her çi qasî me kiryarên dijmin şermezar kirin jî, lê hesab ji dagirkeran nayê xwestin."

Endama Rêveberiya Komîteya Lihevkirinê ya Şehbayê Selma Mihemed jî der barê sûcên li dijî jinan de axivî û wiha domand: "Em li ser dezgehên çapemeniyê dibînin çawa jin rastî tundiyê tê, lê em wê qebûl nakin. Em ê rizgar bibin û heta dawiyê em piştgiriyê hev du bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T4ByRNocPcg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>