Li Idlibê rageşî dewam dike û karwanekî nû yê Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bû

Li eniya başûrê Riweyha şerekî dijwar di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên hikumeta Sûriyê yên li başûrî Idlibê de rû da. Hemwextî wê karwanekî leşkerî yê nû yê artêşa Tirk a dagirker derbasî xaka Sûriyê bû.

Li Idlibê rageşî dewam dike û karwanekî nû yê Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bû
27 tebax, 2020   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR), çeteyên girêdayî Tirkiyê li derdora gundê Cerade hejmareke leşkerên hikumeta Sûriyê hedef girtin. Di êrişê de ji her du aliyan 4 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Her wiha li eniya Riweyha ya başûrê Idlibê şerên demkî bi çekên giran û navîn di navbera çeteyan û çeteyên Fetih El-Mubîn ji aliyekî ve û hêzên hikumetê ji aliyê din ve rû da. Li gorî agahiyan ji her du aliyan windahiyên canî çêbûne.

Di heman derbarê de, karwanekî nû yên artêşa Tirk a dagirker ku ji 20 erebeyên leşkerî ku piraniya wan kamyonên girtî ne pêk dihat, di dergehê sînorî yê Kefer Lûsîn ê bakurê Idlibê re derbasî axa Sûriyê bû û ber bi nuqteyên dewleta Tirk ên li herêma Idlibê ve bi rê ket.

(sm)