Wezîra artêşê yê Fransayê gihaşt Iraqê

Wezîra artêşê yê Fransayê Florence Parley gihîşt Bexdayê ji bo ku piştgiriya xwe ji hikumeta nû re rave bike û gefên DAIŞ’ê û êrişên dewleta Tirk ên li dijî serdestiya Iraqê nîqaş bike.

Wezîra artêşê yê Fransayê gihaşt Iraqê
27 tebax, 2020   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Wezareta Artêşê ya Fransayê ragihand ku Parley gihaştiya Iraqê ji bo ku piştgiriya xwe ji hikumeta Kazimî re ya ku rastî aloziyên siyasî, aborî û tenduristî tê, ragihîne. Di dirêjahiya 6 hefteyan de ev cara duyemîn e ku wezîrekî Fransayê serdana Iraqê dike.

Li gorî çavkaniyan, Parley dê îro bi fermandarê hêzên Koalîsyona Navneteweyî, serokê Iraqê Berhem Salih û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re bicive.

Parley di serdana xwe de dê bêtir behsa dosyayên ku wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di serdana xwe ya berî beriya çend hefteyan de bike;  têkoşîna li dijî DAIŞ û rêzdariya serdestiya Iraqê.

Her wiha çavkaniyan da xuyakirin ku Parley di nîqaşên xwe de dê behsa destwerdanên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê jî bike.

Çavkaniyekî ji Wezareta Artêşê ya Fransayê got: “Em gihaştin asteke metirsîdar ji binpêkirina serdestiya Iraqê. Fransa di çarçoveya hevsengiya herêmî ya girêk de piştgiriya serdestiya Iraqê dike."

(sm)