Li Kobanê hemleya ‘Wê xwe nekuştiye, we kuştiye’ dest pê kir

Rêxistina Sara bi koordîneya Kongreya Star û saziyên jinan ên li kantona Kobanê bi dirûşma "Wê xwe nekuştiye, we kuştiye" dest bi hemleya têkoşîna li dijî sûcên qetilkirin û xwekuştina jinan kir.

Li Kobanê hemleya ‘Wê xwe nekuştiye, we kuştiye’ dest pê kir
27 tebax, 2020   09:27
KOBANÊ

Di demên dawîn de li Kobanê hejmara jinên ku xwe dikujin û tên qetilkirin zêde bû. Ji wan 2 jinan xwe kuştiye, 3 jî hatine qetilkirin û rewşa kuştina 3 jinan jî bi guman e û ne diyar e ka wan xwe kuştiye yan jî hatine qetilkirin. Her wiha heta niha lêpirsînên girêdayî kuştina her sê jinan û 11 bûyerên xwekuştinê ji destpêka vê salê ve berdewam in.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi koordîneya Konreya Star û saziyên jinan ên li Kobanê  di 21`ê mehê de bi dirûşma  "Wê xwe nekuştiye, we kuştiye" dest bi hemleya têkoşîna li dijî sûcên li ser jinan kir.

Hemle ji daliqandina wêneyên jinên hatine qetilkirin û xwe kuştiye, belavkirina hashtangan li ser malperên tevna civakî, belavkirina belavokan û lidarxistina semîner û civînan pêk tê.

Têkildarî mijarê endama Rêveber a Rêxistina Sara ya herêma Firatê Zozan Xelîl armanca hemleyê diyar kir û got: "Ji bo ku em bala civaka xwe bikişînin ser sûcên ku li ser jinan tên pêkanîn, me dest bi vê hemleyê kiriye. Ji ber ku civaka me dixwaze deng ji van bûyeran neyê û çavên xwe ji ser bûyerên wiha bigire."

Zozan Xelîl da zanîn ku tevî qedexeya derketina derve ya ku ji ber Koronavîrusê li herêmê hatiye ragihandin, çalakiyên wan ên daliqandina pankartan, belavkirina belavokan û hashtagan de sînordar mane. Lidarxistina semîner û civînan paşde xistine heta ku dema qedexeyê bi dawî dibe.

Şaneya aloziyê ya herêma Firatê piştî ku Koronavîrus li herêmê berbelav bû, di 19`ê mehê de rêzebiryar dan û kombûn û çalakiyên cuda qedexe kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/K-MCG0x4QZs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>