Artêşa Îsraîlê:  Balafirên me nuqteyên Hizbullahê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî gule li hêzên Îsraîlê hatine reşandin, balafirên wê nuqteyên Hizbullahê yên li Lubnanê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê:  Balafirên me nuqteyên Hizbullahê bombebaran kirin
26 tebax, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê got helîkopterên şer nuqteyên keşfê yên girêdayî Hizbullahê yên li ser sînor derbe kirin.

Artêşê da zanîn ku hikumeta Lubnanê berpirsê avêtina guleyan ji xaka wê re ye.

Îsraîlê beriya mehekê piştrast kir ku Hizbullah “bi agir dilîze” û çi bûyer biqewimin an jî çi binpêkirin pêk werin, hikumeta Lubnanê berpirsyar e.