Koçberên Efrînê: Em sîxurên ku dewleta Tirk erkdar kirine ceza bikin

Koçberên Efrînê soz da ku xayînên ku rûmet û xaka xwe bi erzanî li beramber pereyan firotine, darizînin.

Koçberên Efrînê: Em sîxurên ku dewleta Tirk erkdar kirine ceza bikin
26 tebax, 2020   08:03
ŞEHBA- LÎNDE ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya şerê taybet û sîxurtiyê li beramber pereyekî pir erzan, çîna ciwan bi kar tîne ku li dijî gel û Rêveberiya Xweser bixebitin.

Bi rêya rêzeoparasyonên ku pergala ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, gelek ajan û şaneyên girêdayî MÎT’a Tirk ên li herêmê çalak, girtin. Her wiha wana şaneyan li xwe mikur hatin ku MÎT’a Tirk li beramber pereyan ew bi kar anîne.

Di vê derbarê de, ANHA nêrînên hin koçberên Efrînê der heqê sîxûrên ji aliyê  MÎT’a Tik a ve têne erkdarkirin, girt.

Hajer Silêman wiha got: "Ji ber sûcên dermirovî yên li dijî şêniyan pêk tên, em ji Efrînê neçarî koçberiyê bûn, îro jî tevahî azar û astengiyan ji bo jiyaneke birûmet tehemûl dikin. Lê belê dibînin ku hin li pêş deriyên dijmin rûniştin û heqaretê tenê ji bo pere, firotina rûmet û namûsa xwe, qebûl dikin."

Hajer Silêman peyamek ji bo her kesê welat û rûmeta xwe li beramber pereyan firotiye re şand û wiha domand: "Li xwe vegere û xwe li ser karên te kirî xwe hesab bike. Ew kar tu kesek jî qebûl nake. Ji bo vegera li Efrînê hemû astengiyan tehemûl dikin û tu jî jiyaneke xweş li ser hesabê şêniyên xwe yên Kurd dijî. Heke hûn nikarin karekî baş bikin, xirabiyê nekin."

Hajer di gotina xwe de bang li hemû malbatên Kurd kir û ev tişt got: " Zarokên xwe ji nakokiyên derdorê  şiyar bikin da ku nebin destek di destê dijmin de û li dijî gelê xwe kar bikin.”

Li aliyekî din jî Mihemed Ismaîl wiha got: "Bang li gelê me dikim ku wan xayînan ceza bikin, ji ber ku wan xwe bi erzanî firotine dewleta Tirk û destê wan di dagirkirina Efrînê de jî heye."

Fîdan Meimo jî wiha da zanîn: "Em hemû dizanin ku dewleta Tirk nikare li hember me bisekine, ji ber vê yekê ew bi rêya xayînan şerê me dike."

Fîdan Memo di dawiyê de bang li tevahî gelan kir ku yek dest bin û sînorekî ji wan xayînên ku şerê gelê xwe dikin û xwe dewleta Tirk a dagirker re datînin, deynin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U9nUaA_I61Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>