​​​​​​​YBŞ: Dewleta Tirk ji êrişên li dijî Şengalê encamê nagire

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker di 23 û 25’ê Tebaxê de bi balafirên bêpîlot erişî Şengalê kiriye lê ev her du êriş jî bê encam mane.

​​​​​​​YBŞ: Dewleta Tirk ji êrişên li dijî Şengalê encamê nagire
26 tebax, 2020   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha ye:

“Di salvegera qetlîama 3’yê Tebaxa 2014’an, qetlîama li gundên Tilezêr, Sîba û Koço de dewleta faşîst a Tirk di van rojan de ku hê jî şehîdên van qetlîaman dihatin bibîranîn bi balafirên SÎHA du êriş pêk anîn. Ne ji êrişa 23 Tebaxa 2020’an ne jî ji êrişa duh yanî 25 Tebaxa 2020’an encam negirtin.

Ev yek dide nîşandan ku dewleta Tirk li hemberî qada me a Şengalê konsepteke nû daye destpêkirin. Dewleta Tirk bi van êrişan ve dixwaze fermana 2014’an bi encam bike. Çawa ku 3’yê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAIŞ’ê ve dixwestin qetlîaman pêk bînin, îro jî yên ku van êrişan pêk tînin, hêzên ku plana 3’yê Tebaxa 2014’ân xistine meriyetê ne. Yên ku van êrişan plan dikin û pêk tîne MÎT’a Tirk, Parastin, kes û hêzên hevkar ên herêmî ne. Ger îro ev êriş pêk tên, em pir baş dizanin kesên ku bi Parastinê re hevkariyên qirêjî pêk anîne û bi agahiyên îstixbarata van ve pêk tê.

‘HÊZÊN ME Û SIVÎL KIRIN HEDEF’

Di her du êrişên ku van rojên dawiyê pêk hatin de, him hêzên me him jî gelê me yê medenî hatine hedef girtin. Tişta ku bi van êrişan armanc dikirin encam negirtiye, lê li cihê lêdanê şewat çêbûye. Em wek hêzên YBŞ’ê dibêjin em ê armanca van êrişan têk bibin. Heya ku gelê me bigihêje azadiya xwe, bi mezintir têkoşînkirinê ve wê meşa xwe ya azadiyê berdewam bike. Em dibêjin heya em vê têkoşîna xwe bi serkeftinê re tacîdar dikin wê bi biryarderiyek mezin ve berxwedana me bi mezintir wê berdewam bike.

Taybet di vê pêvajoya dawî de serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke xwe de gotibû ‘Şengal ne fermî ye, li hemberî qanûnan rastere ye’. Hêzên YBŞ û YJŞ li gorî qanûnên Iraqê hêzên fermî ne. Eger hêzeke neqanûnî hebe, ew jî gotinên Nêçîrvan Barzanî ne, her wiha dewleta faşîst a Tirk û saziyên MÎT’a Tirk anîna ser axa Iraqê ye. Bicihkirina dagirkeriyê li baragehên Başîqa û pir cihên ku di axa Iraqê de ne. Bi van baregehan ve axa Iraqê dagirkirin e. Hêzên neqanûnî, baregeh û saziyên îstixbaretê yên MÎT’ê ne. Yê ku ev hêzên dagirker anîne axa Iraqê û Başûrê Kurdistanê dagir dikin û fermî tev nagere Nêçîrvan Barzanî bi xwe ye. Yên ku girêdayî dewleta Iraqê nînin û bi ti awayî fermiyeta wan nîne leşkerên Tirk, MÎT’a Tirk û çeteyên Roj in. Jixwe di pêvajoya dawî de bi destê MÎT’a faşîst a Tirk, di êrişên hewayî de yek fermandarê HPG û du fermandarên Iraqê şehîd xistibûn. Bi êrişên dewleta Tirk ve ji gelê me yê Başûr bi dehan kes qetil kirin, bi dehan gund talan kirin û dixwazin gelê me li ser axa wan bidin koç kirin.  Tiliya Parastin û Nêçîrvan Barzanî di bingeha van şehadetan û bûyeran de heye.

LI DIJÎ ŞENGALÊ HEVKARIYA MÎT Û PARASTINÊ

Daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî yê bi vî awayî jî, reva kirina êriş û dagirkirina dewleta faşîst ya Tirk ya li ser axa Başurê Kurdistanê û Irakê ye. Hevkariya Nêçîrvan Barzanî û Parastinê ya ku bi dewleta faşîst a Tirk re pêkhateye. Dewleta dagirker û faşîst a Tirk xistin axa Başurê Kurdistanê de bêkarî û belengazî pêşket. Warê siyasî û aborî de alozî bi pêş ket. Ev şêwaza polîtîkayê qirêj ên dewleta Tirk in. Ji ber ku dewleta faşîst a Tirk bi xwe re vê tîne.  Di serî de divê gelê me û ciwanên me yên Başurê Kurdistanê daxuyanîyên bi vî rengî yên Nêçîrvan Barzanî ji bo kê xizmet dike, baş bibîne û li kêleka hêzên ku ji bo gelê xwe, axa xwe têkoşîn dikin de cîh bigirin. Em ji bona vê yekê bang li gelê xwe dikin. Yên ku bi Parastinê re hevkariyê dikin bila dest ji vê yekê berdin. Ji ber ku niha Parastin wek saziya MÎT’a Tirk tevdiger e. Pêwîste gelê me baş bizanibe ku MÎT’a Tirk dijminê gelê me yên dîrokî ne. Di dîrokê de li hember gelê me gelek qetlîam û êriş pêk anîn e. Ji bona vê jî yên ku di nav hevkariya MÎT û Parastinê dene, bila dest ji hevkariyê û îxanetê berdin. Bi MÎT û Parastinê ve tu tişt nayê bidestxistin. Ji bo vê jî em bang li yên ku di nav vî hevkariyê de ne li malbatê wan dikin. Xwedî li zarokên xwe derkevin û zarokên xwe ji vê hevkariyê xilas bikin. Wekî din em ji encaman ku derkevin ne berpirsiyar in. Di çarçoveya daxuyaniyên mezinên eşîran, oldaran û malbatê me de li ser esasê vegera ser axa xwe ve bila di têkoşîna azadiya xwe de cîh bigirin. Hêza ku ji keç û xortên Êzidxanê pêk hatiye, wek YBŞ û YJŞ’ê re piştevanî bikin. Pêwîst e bizanin ku êrişa li ser YBŞ’ê, êrişa li ser êzdayetî û Êzidxanê ye.

‘JI BO GUHERANDINA DEMOGRAFIYA ŞENGALÊ HEVKARIYÊ DIKIN’

Ev hêz, ji ber dizanin bi van êrişan encam nagirin, ji bo ewlehî û aramiya Şengalê xirab bikin, gelê me û hêza gel dikin armanc. Yên ku bi destê DAIŞ’ê nekarîn pêk bînin, hêzên ku hevkarî dikin di armanca demografiya Şengalê xirab bikin de ne.

Vê yekê çawa duh li Efrînê pêk anîn, îro jî dixwazin li Şengalê pêk bînin. Ev jî armanca MÎT’a Tirk û yê wek wê tev digere saziya Parastinê ye. Yê ku bi wan re hevkarî dikin pêwîst e di ferqa van armanca de be. Ji ber ku Şengal nabe wek Efrîn, ji bo wê jî bila dest ji vê îxanetê berdin. Yên ku di nav vê hevkariyê de ne divê vê baş bizanin; bi dewleta Tirk a faşîst re kar kirin, tê wateya li hember ol, ax, dîrok, çand, armanc û azadiya xwe îxanet kirin. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst li hember gelê me pir caran ferman, qetlîam û êriş pêk anîn û xwestin gelê me tine bike û ola me ji dîrokê rake. Divê tu kes vê yekê ji hişê xwe dernexe û dîroka xwe ji bîr neke. Ji ber ku yên dîroka xwe ji bîr bike siberoja xwe û hêstên xwe jî ji bîr dike. Ji bo vê jî em carek din dubare dibêjin yên ku di nav hevkarî û îxanetê de ne, bila dest ji van lêgerînan berdin. Ji ber ku yên dibin hevkarê van êrişên li ser gel û hêzên me de pêk tînin wê teqez hesab jî bidin.”

26.08.2020

Fermandariya YBŞ