​​​​​​​Li Sûriyê şerê dêwan

​​​​​​​Li Sûriyê şerê dêwan
26 tebax, 2020   00:23
NAVENDA NÛÇEYAN -XEYAS NEIYSÊ

Rewşa Idlibê hîna derdikeve pêş dîmena giştî ya Sûriyê. Em dikarin wekî du herêmên nêzîkbûn û şerê hêzên herêmî û navnetewî yên destwerdana Sûriyê dikin, bi nav bikin. Her hêzek xwedî taybetmendiyek e. Her du herêmên behsa mijarê, du herêmên neîstiqrarkirî ne û tê de şerê dewletên herêmî û navnetewî rû dide. Her hêzek hebûna xwe wekî kaxizeke sereke ji bo ferzkirina şertên xwe li rewşa niha û pêşeroja Sûriyê, dibîne. Ew her du herêm, Idlib û herêmên dagirkeriya Tirkiyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Hebûna hêzên Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta astekê pêşî li destwerdana Tirkiyê û rejîma Sûriyê û hevalbendên wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire. Amerîka wê yekê tenê ji bo berjewendiyên xwe pêk tîne. Tevî wê yekê jî, hêzên destwerdanê dikin naxwazin ku îstiqrar li herêmê pêk bê yan jî pêşeroja herêmê zelal bibe. Di vir de, divê rêveberiya xweser a li herêmê ku faktorekî niştîmanî yê hundirîn e, veguhere projeyeke netewî ya giştî û tecrûbeya heyî bi beşdarbûna rasteqîn û berfireh a gel bê pêşxistin û xwedî rêgezên siyasî û civakî yên pêşverû be. Bi vê reng êdî hemû gelê Sûriyê ber bi vê projeyê ve bê kişandin. Ev yek bi xwespartina hêz û enerjiya xweser a gel û rizgarbûna ji dewletên herêmî û navnetewî ku destwerdanê li welatê me dikin, pêkan e. Rizgarkirina gelê Sûriyê bi vê yekê pêkan e.

Rewşa li Idlibê hinekî cuda ye. Ji ber ku li kêleka artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, komên selefî yên cîhadîst ên cur bi cur hene, ya sereke jî Cebhet El-Nusra ye. Tirkiyê van komên cîhadîst ên terorîst bi du rûyan bi kar tîne: ya yekê wan ji bo serweriya hin herêman û bi taybetî ji bo kontrolkirina gelê wan herêman bi kar tîne.

Ya duyemîn jî; Tirkiyê wan wekî gefeke terorî ya xeternak ku li ser bi Rûsya û aliyên din re dan û standinan dimeşîne û bi vê yekê hebûna xwe li Sûriyê bi hêztir dike û pê dikare tawîzên mezin ji Rûsyayê bistîne.

Li aliyekî din, Rûsya mayîna rewşa Idlibê bi vê rengî wekî astengiyeke mezin li pêş projeya xwe ya kontrolkirina Sûriyê dibîne, ji ber ku Rûsya dewleta herî girîng li Sûriyê ye û dê çarenûsa welat û rejîmê diyar bike. Ji lewra, her demê derfetê dide Tirkiyê ku berpirsiyarên xwe pêk bîne ji ber ku dixwaze ku hevalbendiya xwe bi Tirkiyê re biparêze. Lê belê di heman demê de operasyonên leşkerî yên sînordar bi rejîmê re pêk tîne da ku hebûna Tirkiyê li wan herêman qels bike. Em dikarin vê yekê bi lîstoka werîskişandinê, yan Okordiyon (amûreke mûzîkê) bi nav bikin.

Bi nêrîna min, sewqiyetên leşkerî yên her du aliyan li Idlibê dikeve çarçoveya dan û standinên Tirkiyê-Rûsyayê. Ez bawer nakim ku Rûsya dixwaze li Idlibê êrişeke leşkerî ya berfireh dest pê bike, ji ber ku dê ew yek têkiliyên wê bi Tirkiyê re xerab bike. Heke pêk bê jî, dê operasyonên bidestxistinê yên sînordar bin.

Mixabin, ji aliyê berjewendî û pêşbikra dewletên herêmî û navnetewî ve, rewşa li Sûriyê bi vê rengî ye.

Hin beşên opozisyona Sûriyê, li şûna ku xwe saz bike, hêza xwe kom bike û di çarçoveyek netewî de kom bibe û nûnertiya gelê Sûriyê bike, em dibînin ku bi pey siyasetên gelek dewletan dikeve û hêza dewletên destwerdana Sûriyê dikin, zêde dike.

Ji lewra em dibînin ku avakirina eniyeke yekbûyî ya berfireh a hêzên demokratîk û civakî yên Sûriyê ji bo rizgariya netewî, siyasî û civakî û serxwebûneke giştî, pêwîstiyeke girîng e. Bêyî wê gavê, dê pêşeroja Sûriyê ji bo tevahî gelê Sûriyê xerabtir be.

(cx)