ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-08-2020`AN
25 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Li navçeya Şêrawayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Heftenînê meşek tê lidarxistin, saet 18:00'an. Bi heman armancê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê daxuyaniyekê li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê dide, saet 11:00'an. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvanên sivîl û hiqûqnas gotin: "Tirkiyê ji bo lawazkirina civakê û dûrxistina ciwanan ji doza wan, siyaseta sîxurkirina ciwanan dimeşîne." ( BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Ciwanên PYD`ê ya kantona Hesekê Delal Yûnis got: "Tirkiyê bi binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina demografiya herêmê û berfirehkirina herêmên dagirkeriya xwe armanc dike." Her wiha bang li hemû partiyn siyasî kir ku yekitiya xwe ava bikin û li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Efrînê gotin dê hesab ji xayînên ku xaka û rumeta xwe li beramberî pereyan firotine were xwestin û bang li tevahî gelan kirin ku ciwanan ji hewldanên fitneyê û bikaranîna wan li dijî gel biparêzin. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşekê ji bo piştgiriya berxwedana Heftanînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dar dixe, saet 20:30. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hemdan El-Ebid got, bi baldarbûn û hevgirtina şêniyên herêmê hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de û planên li dijî ewlehiya herêmê têk çûn. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Partiya serwer a li Başûrê Kurdistanê asta binpêkirinên xwe yên li dijî rojnamegeran zêde kir. Rojnamegerên ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatibû girtin, gotin: " Partiya desthilat ditirse ku gendelî û rewşa krêt a li herêmê belav dibe, lew re rojnamevanan digire." ( BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Komîteya Lihevanînê hewl dide pirsgirêkên malbatî çareser bike û bi rêbazên guncew encamên erênî bi dest bixe. Rêgezên lihevanînê xwe dispêrin xurtkirina tevna civakî û bidawîkirina parçebûna malbatî ya di encama wan pirsgirêkan de derdikeve. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Rewşa Idlibê hîna derdikeve pêş dîmena giştî ya Sûriyê. Em dikarin wekî du herêmên nêzîkbûn û şerê hêzên herêmî û navnetewî yên destwerdana Sûriyê dikin, bi nav bikin. Her hêzek xwedî taybetmendiyek e. Her du herêmên behsa mijarê, du herêmên neîstiqrarkirî ne û tê de şerê dewletên herêmî û navnetewî rû dide.

- Di demên dawîn de hem li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dewleta Tirk dagir kirine, hem jî di serî de li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li dijî zarok û jinên ciwan ên Kurd bi awayekî sîstematik êrişên cinsî pêk tên. Yên ku van êrişan pêk tînin jî hinek zilamên di şeklê çeteyan de ne, hinek jî xebatkarên fermî yên dewletê ne.

CIVAK Û JIYAN

- Piraniya şêniyên Qamişlo li ser cudabûna nirxên madeyan di navbera sûkê û dikanên bazirganiyê de, bi gazinc in. Şêniyan bang li aliyên têkildar kir ku nirxê madeyan bikin yek. Xwediyên dikanan jî diyar dikin ku sedema wê yekê nirxê dolar e. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundên herêma Cizîrê bang li aliyên têkildar kirin ku herêmê veguherînin herêmeke parêstgeheke xwezayî. Aliyên têkildarî jî diyar kirin ku ew ê projeyê lêkolînin dikin da ku dabeşê devera xwezayî ya Mizgeft bikin. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA