​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Tebqayê pîvanên lihevanîna civakî xurt dike

Komîteya Lihevanînê hewl dide pirsgirêkên malbatî çareser bike û bi rêbazên guncew encamên erênî bi dest bixe. Rêgezên lihevanînê xwe dispêrin xurtkirina tevna civakî û bidawîkirina parçebûna malbatî ya di encama wan pirsgirêkan de derdikeve.

​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Tebqayê pîvanên lihevanîna civakî xurt dike
26 tebax, 2020   01:09
TEBQA- ODEY EL-EHMED

Rêveberiya Jinan a Tebqayê hewl dide bi gelek rêbazan dozên civakî çareser bike. Da ku em rêgezên ku Komîteya Lihevanînê xwe dispêre wê û diyardeyên civakî yên nerênî nas bikin, Ajanasa Nûçeyan a Hawarê bi endama rêveberiya Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a gundewarên Tebqayê Kewser El-Elî re hevpeyvînek çêkir.

Kewser di destpêka axaftina xwe de behsa rewşa jina di civakê de û rola Komîteya Lihevanînê ya di guhertina vê rewşê de kir û wiha got: "Nabe ku endamên malbatê dijminên jinan û dozan wan bin. Dijminê rasteqîn ê jinan tevgera civakê bi giştî ye. Ji ber ku gelek nirxên nerênî û adetên cuda di civakê de hene. Ev adetên civakê û qeydên li ser jinan ferz dike, azadiya jinan bi sînor dike û rastiyeke nû ya dûrî rastiya jinan diyar dike."

Kewser wiha axaftina xwe dewam kir: "Bi sedan jinên herêmê beşdarî dewreyên fikrî  bûn. Piştî gelek serdanên bi armanc ên ji bo zanakirina jinan û nasdandina erk û mafên wan, me di rizgariya jinan de gavên mezin avêt û kevneşopiyên kevin ku bi salan jin bê maf hişt û dûrî rastiya wan xist, şikand."

BI SAYA RÊGEZÊN LIHEVANÎNÊ JIHEVXISTINA CIVAKÎ Û PARÇEBÛNA MALBATÎ BI DAWÎ BÛN

Kewser di axaftina xwe de îşaret bi sedemên berdanê jî kir û wiha got: "Belavbûna diyardeya berdanê di civakê de û bi taybetî di têkiliyên malbatî de yên dema niha de, vedigere gelek sedeman. Ya sereke, netêgihîştina fikr û tunebûna çanda hevseriyê di navbera her du aliyan de ye. Her wiha kêmbûna rola malbatan di nasandina vê çandê de û gelek têgehên şaş û nerênî yên têkildarî zewacê û avakirina malbatê, dibin sedema vê diyardeyê."

Kewser her wiha îşaret bi gavên ku Komîteya Lihevanînê ji bo çareserkirina pirsgirêkê berdanê diavêje kir û got: "Em bi her du aliyan re rûdinin û wan guhdarî dikin. Piştre em bi her aliyekî re cuda nîqaş dikin û hewl didin ku çareseriyan ji wan bibînin da ku ji biryara berdanê paşde vegerin.

Bi rêya rêgezên kar û lihevanînê, me gelek doz çareser kirin û rê li gelek bûyerên berdanê girt. Berdan yek ji sedemên sereke yên jihevxistina tevan civakî û paçebûna malbatî ye. Nexasim heke zarokên biçûk hebin, dibin qurbaniyên sereke yên berdanê û di navbera dayik û bav de wenda dibin."

Komîteya Lihevanînê di mijarên berdarê û dûrketina civakî de nikare biyarê bide, lê belê ev doz ji bo dîwana adaleta civakî tên veguhestin û li gorî bend û pîvanên mîsaqa civakî yên têkildar, çareserî tê dîtin.

DIYARDEYA "ZEWACANDINA ZAROKAN" PIR KÊM BÛYE

Yek ji dozên sereke ku gelek bandorên wê yên nerênî hene û jin ji bo bidawîkirina wê têdikoşin, zewacandina zarokan e.

Kewser ev diyarde wekî "sûc" bi nav kir û wiha got: "Em dikarin zewacandina zarokan, tenê bi sûcê li dijî zarokan bi nav bikin. Ji ber ku keçên di vê temenê biçûk de, hem ji aliyê derûnî, çandî, mêjî û laş de ji bo rakirina berpirsiyarên mal, zewac û xwedîkirina zarokan ne amade ye. Ji ber wê barê ji xwe girantir radike û mafên zarokatiyê ji wê tên standin."

Endama rêveberiya Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a gundewarên Tebqayê Kewser El-Elî destnîşan kir ku diyardeya zewacandina zarokan, bi saya pêngavên hişyarkirinê yên domdar ên komîteyên pispor di dema niha de pir kêm bûye. Her wiha diyar kir ku bi saya xebatên di vê der barê de tên kirin, ev diyarde bi rêjeya ji sedî 95 kêm bûye.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CPkniAyOZHs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>