Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 31 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku 31 kesên din bi Koronavîrusê(COVID-19) ketine, her wiha ji kesên bi Koronavîrusê ketibûn, yek mir û yek jî baş bûye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 31 kesên din bi Koronavîrusê ketin
26 tebax, 2020   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşekî din ê Koronavîursê mir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê bi Koronavîrusê ketibû û miriye bi temenê 58 salî û ji Dêrikê yê herêma Cizîrê ye.

Mistefa da zanî ku 31 kesên din bi Koronavîrusê ketin jê (20 mêr û 11 jin) û ji van herêman in;

-Hesekê; 7

-Qamişlo; 14

-Rimêlan; 2

-Girkê Legê; 1

-Dêrikê; 3

-Tirbespiyê; 3

-Dêrazorê; 1

Mistefa got yek ji kesên nexweş jî baş bûye.

Hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt 425, jê 27 mirin û 75 jî baş bûne.

(fr)

ANHA