Li Terablusê xwepêşandanên li dijî hikumeta Wîfaqê didomin

Li paytexta Lîbya Terabilusê, xwepêşandanên li dijî hikumeta Wîfaqê ji ber rewşa jiyanî û tunebûna av, kehrebe û xizmetên din ên sereke, dewam dikin.

Li Terablusê xwepêşandanên li dijî hikumeta Wîfaqê didomin
25 tebax, 2020   18:06
NAVEND NÛÇEYAN

Xwepêşandêr banga çûyîna hikumeta Wîfaqê ya bi serokatiya Fayiz Serac û têkoşîna li dijî gendeliyê dikin.

Tevî sozên Serac ên pêkanîna guhertinên "girîng" di wezaretê de jî, xwepêşandêr di berdewamkirina xwepêşandanan heta pêkanîna daxwazên xwe îsrar dikin. Her wiha bang li hemû bajarên Lîbyayê kirin ku dengê xwe tev li dengê wan bikin.

Li gorî daxuyaniya hejmar "1" a tevgera 23`ê Tebaxê, dema 24 saetan ji hikumeta Wîfaqê û meclisa dewletê re hatiye dayîn ku îstifa bike.

Her wiha hate ragihandin ku heke daxwazên xwepêşandêran hatin redkirin, dê îsyaneke sivîl li hemûm kolanên paytextê bê lidarxistin û hemû tax bên girtin.

Her wiha banga berdana ciwanên girtî li gel wezareta hundirîn a Wîfaqê kir û hate diyarkirin ku: "Welatiyên Terabilusê bê av û eleketrîk in. Li hemberî wê rewşê jî çete dolaran distînin."

(cx)