Malbatên şehîdan êrişên dagirkeran ên li ser goristana şehîdan şermezar kirin

Malbatên şahîdan ên bajarê Helebê êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser goristana şehîdan a Serêkaniyê şermezar kirin û got dewleta Tirk di gel bêdengiya hikumetên cîhanê, sûcan pêk tîne.

Malbatên şehîdan êrişên dagirkeran ên li ser goristana şehîdan şermezar kirin
25 tebax, 2020   12:10
HELEB

Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmê de sûcên xwe didomînin. Çeteyan goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî wêran kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   

"AKP’ê ya bi serkêşiya Erdoganê dîktator li pêş çavên tevahî cîhanê û bêdengiya hikumetên wê tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan, binpê kirin. Her wiha tevahî rêbazên derexlaqî ji bo çewisandina nasnameya gelê Kurd, qirkirina çand û dîroka wê, bi kar anîn. Mîna çawa li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Şengalê kirine. Ev sûc çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst pêk anîn, niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê seriyan jê dikin, bi cenazeyan dilîzin, goristanan wêran dikin û jinan tecawiz dikin.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl, bawermendên demokrasiyê û aştiyê dikin ku ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê destwerdanê bikin."

(sm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5DVjRHkMz-8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>