Li Hesekê însiyatîfa ciwanan ji bo kêmkirina aloziya avê

PYD’ê bi hevkariya ciwanên serbixwe yên navçeya Dirbêsiyê 60 stêrên avê li 9 taxên li bajarê Hesekê belav kirin. Tê payîn ku 100 stêr di rojên pêş de bên belavkirin.

Li Hesekê însiyatîfa ciwanan ji bo kêmkirina aloziya avê
Li Hesekê însiyatîfa ciwanan ji bo kêmkirina aloziya avê
Li Hesekê însiyatîfa ciwanan ji bo kêmkirina aloziya avê
Li Hesekê însiyatîfa ciwanan ji bo kêmkirina aloziya avê
25 tebax, 2020   12:14
HESEKÊ-BASIL REŞDÎ-HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê, tevî pandemiya Koronavîrusê li herêmê û li gel bêdengiya hêzên Rûsya û Amerîkayê, zêdetirî 22 rojan e av li ser Hesekê û gundewarên wê qut kiriye.

Gerînendetiya Avê ya Hesekê duh av ji stasyona Hemê ber bi hewzên taxa Ezîziyê ve berda, piştre av li taxên Salihiyê, Ezîziyê, Telaî, Xeşman û Muftî belav kir.

Ji bo sînordarkirina aloziya avê û bi însiyastîfeke komî ya hevgirtî, PYD’ê bi hevkariyabi ciwanên serbixwe yên navçeya Dirbêsiyê re 60 stêrên avê li şêniyan belav kirin.

Av bi rêya komînan li taxên Neşwa, Salhiya Başûr û Bakur, Kebabê, Til Hecer, Nasira, Kelasê, Zîraa, Meîşê û Muftî, bi rêjeya 5 bermîlan ji her malekê re belav kir.

Endamekî ciwanên serbixwe Berzan Sîno diyar kir ku însiyatîf heta bidawîbûna aloziya avê li bajêr berdewam e, her wiha Şaredariya Gel a Dirbêsiyê li ser dagirtina wan a bêpere ji avê re, spas kir. Sîno bang li ciwanan kir ku piştevaniya însiyatîfa mirovî heta bidawîbûna aloziya avê li Hesekê û gundewarên wê bikin.

Li aliyekî din jî, şêniya bi navê Edîba Xelîl Îbrahîm aliyên pêwendîdar ên li ser belavkirina avê bi rêya stêran û bê pere spas kir û hêvî kir ku aliyên pêwendîdar însiyatîfên mirovî mîna vê pêk bînin.

(fr)

ANHA