Kongreya Star dest bi belavkirina mask û madeyên dezenfektekirinê li şênî û saziyan kir

Bi armanca  lixwekirina mask û lepikên  tibî, Kongreya Star a bajarê Qamişlo hezar û 800 mask û 40 qutî ji madeyên dezenfektekirinê li şênî û saziyan belav kirin, her wiha şênî agadar kir ku pabendî tedbîrên xweparastinê bin.

Kongreya Star dest bi belavkirina mask û madeyên dezenfektekirinê li şênî û saziyan kir
Kongreya Star dest bi belavkirina mask û madeyên dezenfektekirinê li şênî û saziyan kir
Kongreya Star dest bi belavkirina mask û madeyên dezenfektekirinê li şênî û saziyan kir
Kongreya Star dest bi belavkirina mask û madeyên dezenfektekirinê li şênî û saziyan kir
25 tebax, 2020   12:04
QAMIŞLO

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşên Koronavîrusê (COVID-19) zêde dibin, heta niha li gorî Desteya Tenduristiyê 395 kes bi koronayê ketine, jê 27 jiyana xwe ji dest daye û 74 jî baş bûne.

Piştî rêzetedbîrên xweparastinê yên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtibûn, Kongreya Star insiyatîfek bi armanca belavkirina mask, lepik û madeyên dezenfektekirinê li navendên Kongreya Star û saziyên  ku karên wan berdewam e, belav kirin.

Di çarçoveya piştgiriya biryarên Şaneya Aloziyê yên pêkanîna pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê û qedexekirian keysbazîkirina bazirganan, Kongreya Star mask û lepik li şêniyan bê pere belav kir

Kongreya Star îro, nêzî hezar û 800 mask û 40 qutî madeyên dezenfektekirinê belav kirin.

Endama Rêveber a Kongreya Star Hediya Ebdo  wiha got: "Armanc ji belavkirina maskan ew e ku xweparastin û parastina endamên rêveber û endamên li saziyên Rêveberiya Xweser dixebitin û şêniyan ji Koronavîrusê ye, alîkariya Rêveberiya Xweser li hember vê pandemiyê ye."

Hediya Ebdo bi bîr xist ku pêwîstî bi lixwekirina mask û lepikên tneduristî heye, her wiha divê rûberek di navbera mirovan de hebe.

Hediya Ebdo di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku şênî tedbîrên parastinê bigirin, da ku parastina xwe û malbata xwe li hember vê pandemiyê bikin.

 (sm)

ANHA