Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li rayedaran da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li rayedaran da
25 tebax, 2020   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzer 99 car e serî li rayedaran didin, lê belê heta niha bersiv nehatiye dayîn.