Li Idlibê topbaran û şerên dijwar rû didin

Di şerê li eniya Benînê ya çiyayê El-Zawiye yê li başûrê Idlibê de herî kêm 20 çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Idlibê topbaran û şerên dijwar rû didin
25 tebax, 2020   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li eniya Benînê ya li çiyayê El-Zawiye yê başûrê gundewarên Idlibê şerekî dijwar di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumetê de li gel topbarana di navbera her du aliyan de, rû da. Hêzên hikumeta Sûriyê hewl didin di wê eniyê de bi pêş bikevin.

SOHR’ê piştrast kir ku di şerên ku vê sibehê li herêmê rû dane de 3 leşkerên hêzên hikumeta Sûriyê hatin kuştin û 8 leşkerên din jî birîndar bûne. Her wiha 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 6 çeteyên din jî birîndar bûn.

Duh SOHR’ê diyar  kiribû  ku çeteyên dewleta Tirk êrişî nuqteyên hêzên hikumetê li eniya El-Ruweyha ya çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê kiribû û di encamê de gelek leşkerên Sûriyê birîndar bûn.

(sm)