Li Tunisê hikumeta teknokrat ava bû

Serokwezîrê Tunisê yê erkdar Hîşam El-Mişîşî duh avakirina hikumeteke nû ya teknokrat ragihand û soz da ku ev hikumet dê serbixwe be. Her wiha piştrast kir ku hikumeta wî ya nû dê bi awayekî yekser bi tevahiya aliyên siyasî yên li Tunisê re çalak be.

Li Tunisê hikumeta teknokrat ava bû
25 tebax, 2020   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mişîşî piştrast kir ku dê pirsgirêkên aborî û civakî yên ku nehatine çareserkirin, çareser bike. El-Mişîşî partiyên siyasî ji hikumeta xwe ya li benda erêkirina parlamentoyê ye, dûr xist.

Piştî erkdarkirina Hîşam El-Mişîşî ji bo birêvebirina hikumeta nû bi mehekê, hikumeta nû li Tunisê hate avakirin.

El-Mişîşî di civîneke çapemeniyê de got: "Piştî rêzeşêwirên bi partiyan û parlamentaran re û piştî nirxandina rewşa aborî, siyasî û civakî min pêwîst dît ku hikumeteke teknokrat ku rewşa aborî û civakî ya welêt dişopîne û pirsgirêkan çareser dike, were avakirin."

(sm)