Erebeyeke Rûsyayê li rojavayê Idlibê hate hedefgirtin

Di nava 8 rojan de ev cara duyemîn e ku dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li nêzî Urem El-Jawz li rojavayê Idlibê tê hedefgirtin. Heta niha tu agahiyên girêdayî windahiyan nehatin bidestxistin.

Erebeyeke Rûsyayê li rojavayê Idlibê hate hedefgirtin
25 tebax, 2020   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya amadekariyên asayî yên derketina dewriyeya Rûsya- Tirkiyê de bi awayekî zêde li rêya Laziqiye-Heleb a navdewletî li gundewarên başûr û rojavayê Idlibê belav bûn.

Navendê piştrast kir ku dewriye careke din li dora Urem El-Jawz li rojavayê Idlibê bi çeka RPG hate hedefgirtin, lê tu agahiyên girêdayî windahiyan nehatin bidestxistin.

Li gorî SOHR`ê di 14`ê Tebaxê de kesên nenas dewriyeya hevbeş a li ser rêya Laziqiye-Helebê ya navdewletî kiribû hedef.

(şx)