Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, şandeyeke UNICEF’ê serdana Hesekê kir

Bi armanca şopandina rewşa avê li Hesekê piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê stasyona avê ya Elokê da sekînandin, şandeyek ji rêxistina UNICEF’ê serdana stasyona Hemê ya kantona Hesekê kir û ji nêz ve şopand.

Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, şandeyeke UNICEF’ê serdana Hesekê kir
25 tebax, 2020   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande ji hevserokartiya Gerînendetiya Avê, nûnerê UNICEF’ê yê Şamê û Nivîsgeha UNICEF’ê ya li Qamişloyê pêk dihat. Şande ji aliyê nûnerên Meclisa Hesekê û Gerînendetiya Avê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeyê di serdana xwe de dît ku ava stasyona Elokê nagihêje Hesekê, tevî ku dewleta Tirk îdia kir ku stasyon careke din ketiye xizmetê.

Her wiha şandeya UNICEF’ê bîrên ku Gerînendetiya Avê ya Hesekê li herêma Hemê ya rojavayê bajêr kolandine, şopandin.

Dewleta Tirk a dagirker piştî êrişî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de û dagirkirina hin herêman, dest bi qutkirina ava stasyona Elokê ya herêma Hesekê kir.

Tevî bangên navneteweyî û daxwaza NY’yê, lê dewleta Tirk a dagirker stasyona Elokê ji nêzî mehekê de venekiriye. Bi wê re bandoreke mezin li şêniyên Hesekê kir. Der barê xetereya qutkirina avê de, Rêveberiya Xweser, Meclisa Hesekê û Gerînendetiya Avê çareseriyên lez bi kedên mezin û xebateke bênavber dîtin. Her wiha 25 bîr ji eslê 50 bîrên ji projeya Hemê kolandin û derbasî pratîkê bûn û ava vexwarinê da taxên Hesekê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GRVTTpnY7ac" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>