Wezareta Derve ya Sûriyê qutkirina avê li ser Hesekê şeremzar kir

Wezaerta Derve ya hikumeta Sûriyê qutkirina ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê ji aliyê rejîma dewleta Tirk ve şermezar kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê qutkirina avê li ser Hesekê şeremzar kir
24 tebax, 2020   14:53
NAVENAD NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) ya girêdayî hikueta Sûriyê "Wezareta Derve ya Sûriyê bi tundî sûcên domdar ên rejîma Tirkiyê ya derbarê qutkirina ava vexwarinê li ser zêdeyî mîlyon welatiyên Sûriyê yên bajarê Hesekê û derdora wê şermezar dike."

Wezaretê got, rejîma Tirkiyê û alavên wê avê wekî çeka şer li dijî sivîlên Sûriyê, ji jin, zarok û îxtiyar bi kar tîne û wiha zêde kir: "Li gorî qanûnên mirovî yên navnetewî û peymanên Cinêvê, ev sûcekî şer û sûcek li dijî mirovahiyê ye."

Wezaretê got, ev kiryar bi erêkirina rêveberiya Amerîkayê pê tê.