Ava stasyona Himeyê gihaşt şêniyan

Girînendeya Avê ya bajarê Hesekê ava stasyona Himê gihand depoyên taxa Ezîziyê da ku bide taxên Salihiyê, Ezîziyê, Telayî, Xişman û Miftî.

Ava stasyona Himeyê gihaşt şêniyan
24 tebax, 2020   17:16
HESEKÊ

Piştî ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê ya Serêkaniyê li ser bajarê Hesekê qut kir. Girînendeya Avê ya bajarê Hesekê projeyek dabû destpêkirin ku 50 bîr li stasyona Himê koland.

Her 50 bîr niha di xizmetê de ne. Girînendeya Avê diyar kir ku 30 hezar mître dam av ber bi depoyên taxa Ezîziyê ve hate berdan da di çend saetên bê de av bighêje taxên Ezîziyê, Salihiyê, Telayî, Xişman û Miftî.

Girînendeyê diyar kri ku projeya Himê dê pêwîstiya tevahî şêniyan ji avê bi cih neaîne, wekî gava destpêkê dê ji sedî 50 bi cih bîne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/697UyYVW8-0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>