Mismarî: Lihevkirina dawî ji bo propagandayê ye

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî got, hihevekirina ku Fayiz El-Serac îmze kiriye ji bo propagandayê ye. Mismarî eşkere kir komeke leşkerî girêdayî Tirkiyê amadekariyên êrişekî li dijî Sirteyê dikindikin.

Mismarî: Lihevkirina dawî ji bo propagandayê ye
23 tebax, 2020   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de got: "Hikumeta El-Serac sivîlan bê sûc digire."

Her wiha destnîşan kir ku hêzeke leşkerî girêdayê Tirkiyê amadekariyên êrişan li dijî Arêtşa Niştimanî ya bajarê Sirteyê dike.

Mismarî got, Artêşa Niştimanî di  24 saetên dawî de tevgera keştiyên şer ên Tirkiyê şopand ku ber bi Sirtê ve bi pêş de diçin û amadekariyên êrişê dikin. Her wiha diyar kir "Tevgera leşkerî ya dawî îsbat dike ku plan ji hikumeta El-Serac mezintir e ya ku peymana agirbestê îmze kiriye."

Mismarî têkildarî peyaman dawî got: "Însytatîfa ku El-Serac îmze kiriye ji bo propogendayê ye. Rastiya li ser erdê îsbat dike ku niyeta êrişekê li dijî artêşa niştimanî heye."

Mismarî got, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê amade ye bersiva her êrişekê bide.