Erdogan yekîneyek  nû ava kir û dijber vê gavê bi "xeternak" bi nav dikin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan avakirina hêzeke nû ya girêdayî gerînendetiya ewlehiya Stenbolê, pejirand. Opozisyona Tirkiyê û çalakvanên hiqûqî  ev gav rexne kirin.

Erdogan yekîneyek  nû ava kir û dijber vê gavê bi "xeternak" bi nav dikin
23 tebax, 2020   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di biryarnameyeke de ku îro di rojnameya fermî de hatiye belavkirin, avakirina hêzeke nû girêdayî xwe ragihand. Hêza behsa mijarê ji 500 polîsî pêk tê, ku dê raporên xwe yekser bidin gerînendetiya ewlehiyê ya Stenbolê.

Partiya Demokratîk a Gelan ev gav bi xeternak bi nav kir ku divê gel û parlemento li dijî wê derkeve. Her wiha destnîşan kir ku serokkomarê Tirkiyê bi rêya avakirina hêzên girêdayî desthilatdariya xwe wekî "Hêzên Pasdarên Îranê", hewl dide sîstema yek zilamî bixe meriyetê.

Parlamanterê bi navê İbrahim Kaboglu yê ji Partiya Komarî ya dijber li ser hesabê xwe yê Tweetterê wiha nivîsî: "Avakirina vê yekîneyê ne li gorî destûra Tirkiyê ye."

Kaboglu diyar kir ku avakirina hêzeke ewlekariyê li Stanbolê madeya destûrê ya hejmar (126) ku yekîneyên rêveberiyê yên herêmî li gorî wê tên avakirin û erk û mafên wê di qanûnê de tên diyarkirin, bin pê dike.

Parêzer Mihemed Koksal jî diyar kir ku avakirina hêzeke polîsan li mezintirîn bajarên Tirkiyê bi destê serokatiya Tirkiyê "pêşketineke pir xeternak e". Koksal wiha dewam kir: "Ev heman şêwazê ku pê hêzeke polîsan di serdema Hetler de li Alamanyayê hatiye avakirin e."

Koksal destnîşan kir ku di sala 2018`an de ji bo pêkanîna ewlehiyê di dema kombûnên ku Erdogan beşdarê dibe, li gelek bajarên Tirkiyê hêzên bi vê rengî hatin avakirin.

Parlamanterê Partiya Demokratîk a Gelan Jarrow Bilan jî daxuyand ku hêza nû yekser fermanên xwe ji Erdogan digire û bi "hêzeke gelek xeternak" bi nav kir.

Di Hezîrana borî de, parlamantoya Tirkiyê li ser projeyeke qanûnê ya balkêş ku heman erkên polîsên taxan ên şevê erê dike, pejirand.

Hejmara nobetdarên li taxan ku girêdayî wezareta hundirîn in zêdetirî 28 hezar e, ew bi çekkirî ne û mafê wê yê xwestina nasnameyên welatiyan û rawestandina wan heye.

(cx)