HPG: Li Heftenîn û Xakurkê 4 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li dijî artêşa Tirk a dagirker li Heftenîn û Xakurkê çalakî li dar xist. Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşker hatin cezakirin û çeperek jî hate îmhakirin.

HPG: Li Heftenîn û Xakurkê 4 dagirker hatin cezakirin
23 tebax, 2020   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 22’ê Tebaxê de saet di 15.20’an de hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê de li qada Şehîd Şîlan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 22’ê Tebaxê de saet di 05.30’an de li Girê Koordîne yê Qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê li dijî leşkeran çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de çepereke dijmin hate îmhakirin û 3 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna rêhevalê me Fermandar Egîd Garzan û 2 fermandarên artêşa Iraqê yên bi hev re şehîd bûne, hate lidarxistin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî li dar xist. Di vê çarçoveyê de;

Di 22’ê Tebaxê de saet di 13.40 û 13.55’an de balefirên şer 3 caran Dola Kunîşka ya Zapê bomberdûman kiriye. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ket.

Di 22’ê Tebaxê de saet di 14.30’an de balefirên şer Zozanê Rostê ya qada Goşîne ya Xakurkê 2 caran bomberdûman kiriye.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”