Koalîsyonê baregeha Tacê radestî Iraqê kir

Koalîsyona Navneteweyî baregeha leşkerî ya Tacê tevî amûrên leşkerî yên ku buhaya wan digihêje 347 milyon dolarî, bi temamî radestî hikumeta Iraqê kir.

Koalîsyonê baregeha Tacê radestî Iraqê kir
23 tebax, 2020   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê giştî yê Hêzên Artêşa Iraqê Yehya Resûl ragihand ku baregeha leşkerî ya li bakurê Bexdayê bi temamî radestî artêşa Iraqê hate kirin. Ev baregeha 8’an e ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê radestî Iraqê dike.

Yehya Resûl destnîşan kir ku li baregeha Tacê 47 hezar leşkerên Iraqê ji aliyê pisporên leşkerî yên koalîsyonê ve hatine perwerdekirin.

Hêzên Koalîsyonê eşkere kir ku baregeh bi hemû amûrên di nava beregehê de ku buhayê wan digihêje 347 milyon dolaran, radestî Iraqê kirine.