Li Îsraîlê du vebijêrk; an çareserkirina aloziya mezaxtinê yan jî hilbijartinên nû

Çavkaniyên îsraîlî destnîşan kir ku heke aloziya mezaxtinê di navbera serokê hikumetê Benjamin Netanyahu û wezîrê ewlehiyê Benny Gantz de dewam kir dê di şeva bê de Knesset bi otomatîkî hilweşe.

Li Îsraîlê du vebijêrk; an çareserkirina aloziya mezaxtinê yan jî hilbijartinên nû
23 tebax, 2020   11:26
XEZA

Malpera Walla ya Îsraîlê bi bîr xist ku di saetên dawîn de aloziya mezaxtinê ya di navbera Netanyahu û Gantz de bi awayekî xeternak bi pêş ket. Her wiha nakokiya di navbera wan de çareser nebû. Di encama felca hikumetê û nakokiyên hundirîn de civîna hikumetê ya heftane ku divêyabû duh çêbûya, lê bûye du car li pey hev çênabe.

Bi wê re jî heke tu lihevkirin der barê çareserkirina pirsgirêka biryara mezaxtina salane di kêmî 48 saetan de çênebû, dê şeva bê bi awayekî jixweber Knesseta Îsraîlê hilweşe.

Walla wiha da zanîn: "Siyaseta Îsraîlê duh derbasî kêliya hesas bû, divê beriya dema qanûnê ya biryardayînê bi dawî bibe, biryara mezaxtinê bide, ew dem jî şeva bê ye. Heke tu lihevkirin çênebû, dê Knesset hilweşe û banga hilbijartinên nû bê kirin."

(fr)